Li Cizîrê di navbera esnaf û polîsan de pevçûnê rû da

Li Cizîrê di navbera esnaf û polîsan de pevçûnê rû da

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di navbera esnafên pêkanînên polîsan yên keyfî protesto kirin û polîsan de pevçûnê rû da. polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir, Cizîriyan jî bikevira bersiva wan da.

Li gorî agahiyên hatine girtin, polîsên bi awayek keyfî li ser kargehan de girtin û xwestin dest danin ser çay û 825 motosîkletên aydê rûniştvanên navçeyê, bû sedema bertekên esnafan.

Îro jî polîsên ku li herêma Dortyol ya navçeyê di ser kargehan de girt û bigotina ‘hûn çaya qeçax difiroşin’ dest danîn ser çayê, di navbera polîs û esnafan de pevçûnê rû da. Piştî nîqaşê polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir, esnaf û gel jî bikeviran bersiva polîsan da.

Piştî ku gel bersiv da polîs neçarman ji herêmê dûr bikevin.

Gel ragihand ku, polîs bêdem bi hincetên cûda kontrola nasnameyan dikin, bi gotinên weke ‘ceyrana qeçax heye’ di ser malan de girin û dest danîne ser bi seden motosîkletan. Rûniştvanên navçeyê aşkera kirin ku, ew dê ji van pêkanînan bêzarbûne û ew êdî destûrê nadin van pêkanîn.