Li Cizîrê ciwana tecrîd û operasyon şermezar kirin

Li Cizîrê ciwana tecrîd û operasyon şermezar kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî hatin şermezarkirin. Komek ciwanan li navçeyê kolan ji tirafîkê girtin û kontrola nasnameyan kirin. Piştî demekê polîsa hatin cihê bûyerê û di navbera koma ciwanan û polîsan de bûyeran destpê kir û heta derengî şevê bûyeran berdewam kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî hatin şermezarkirin. Komeke ciwanan di demjimêrên êvarê de kolanên Îdîl û Yafesê ji tirafîkê girtin û kontrola nasnameyan kir. Di çalakiyê de sloganên "Bijî serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin berzkirin. Piştî demek şûnda polîs hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan ji bi kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiva polîsa da. Pevçûnan heta derengî şevê berdewam kir. Polîsên nekarin bikevin nava taxan, raste rast bombeyên gazê avêtin nava tax û gelek bombeyên gazê ji malan girtin û welatî ji ber gazê nerehet bûn.

Li taxa Nûr jî ciwanan barîkat danîn û bombeya deng avêtin Dibistana Seretayî ya Metîn Bostanci. Çalakiya ciwanan heta derengî şevê berdewam kir.