Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê heftiyê de çîroka Mehmet Taşkin yê ku di sala 1992'an de li Dîlokê hate gulebarankirin, hate vegotin.
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya vê hefteyî li ber Amadeyiya Cîzîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin, hatin hilgirtin. Di çalakiya vê heftiyê de çîroka Mehmet Taşkin hate vegotin. Gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Hevjîna Mehmet Taşkin yên ku di sala 1992'yan de li Dîlokê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate gulebarankirin û qetil kir Hediye Taşkin çîroka hevjînê xwe vegot û wiha got: "Hevjînê min tu zirar nedabû kesê ajokar bû. Ji Dîlokê re bar biribû. Dema ku bi hevalê xwe Reşît re rûdinişt ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hate gulebarankirin.
Hevjînê min li wir jiyana xwe ji dest da û hevalê wî Reşît jî bi birîndarî xilas bû. Hevalê hevjînê min got endamên JÎTEM'ê ew gulebaran kirin. Hevalê hevjînê min Reşît jî piştî salekê ji ber birîndariyê jiyana xwe ji dest da. Me zirar nedabû tu kesî. 6 zarokên min di nav neçariyê de mezin bûn. Heke sûcê hevjînê min heba bila girtiban û darizandiban. Qatilan çi ji me xwest.Em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin. Em dê her tim vê dozê bişopînin."
Piştî axaftina Taşkin, endamên Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.