Beriya merasima cenazeyê gêrîla Gerdan Oyman yê di pevçûna li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dayî, li Cizîrê derabe nehatin vekirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Gerdan Oyman (Arîn) yê ku 5’ê Mijdarê di pevçûna li Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest dayî dê îro li Cizîrê bê defin kirin. Beriya merasima cenazeyê gêrîla Arîn esnafan derabeyên xwe nevekirin. Li navçeya ku tenê firin û dermanxane lê vekirîne, girse ji bo pêşwaziya cenaze bike li ser rêya Hezexê kom dibin.