Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kesên nasnameyên wan nediyar bombeyên deng avêtin 3 dibistanên seretayî. Bi keviran camên dibistanek din jî şkandin.
Hate zanîn ku, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi destpêka serdema hîndekarî û perwerdehiya 2012-2013'an li dijî 4 dibistanên sereteyî êrîş pêk hat. Kesên nasnameyên wan nediyar bombeyên deng avêtin 3 dibistanên seretayî. Bi keviran camên dibistanek din jî şkandin. Li taxa Nûrê Dibistanên Menderes, Metin Bostanci û Cûmhûriyetê yên Sereteyî rastî êrîşa bombeyên deng û keviran hatin. Li taxa Cûdî jî dibistanek rastî êrîşa bi kevir hat û hemû camên wê hatin şikandin.