Gerîlayên HPG’ê li navçeyên rojên 5 û 8’ê berfanbarê Cizîr û Qilabanê yên Şirnexê du çalakiyên cûda li dar xistin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên ku 5 û 8’ê berfanbarê li navçeyên Cizîr û Qilaban ên Şirnexê hatin lidarxistin de agahî da.
HPG-NÇR’ê got; “Di 8’ê kanûnê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî neqeba Sinahtê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku 5’ê berfanbarê, di saet 23.00’an de li navçeya Cizîra Şirnexê li taxa Nûhê li dijî Fermandariya Tabûra Hidûdê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin di di encama vê çalakiyê de herî kêm çar leşker birîndar bûne.