Li Cizîr, Êlih Colemêrgê nêçîra Kurdan: 24 binçavî

Li Cizîr, Êlih Colemêrgê nêçîra Kurdan: 24 binçavî

Li Cizîrê, Êlih û Colemêrgê polîs ketin nêçîr Kurdna û di ser gelek malan de girtin. Di nav de zarok jî heyî 24 kes hatin binçavkirin. Li Colemêrgê di nêçîra Kurdan de polîsan cilên şal û şepik jî desteser kirin.

Li taxên Cûdî û Nûr yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs di nêçîra Kurdan de bûn. Di serdagirtina malan de jê 4 zarok 8 kes hatin binçavkirin. Tîmên taybet jî bi polîsan re tevlî serdagirtinan bûn. Hate hînbûn ku, kesên hatin binçavkirin bi îdîayên "Tevlî bûyeran bûn" û "Li hemberî polîsan berxwedan" hatine binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wisa ne: Cevahîr Haykir (48), Cengîz Ovez (48), Hasan Ergîn (18), Azad Darga (18), Y.D. (15), A.K. (17), Ş.E. (15) û N.T.(16).

LÊ ÊLIHÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li gelek taxên Êlihê jî polîsan terror meşand û di ser malan de girt, 14 kes binçavkirin. Di serdagirtinan de Lokman Açikalin, Cemal Îlhan, Mehmet Oren, Mehmet Kardeş, Recep Yardimci, Mehmet Cansaglik, Huseyîn Degîrmencî, Necmettîn Bulut, Şehmus Alay, M. Salîh Yanî, Cuneyt Tirak, Emîn Şahîn û Huseyîn Yanî hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Êlihê.

LI COLEMÊRGÊ JÎ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Colemêrg serê sibê li taxa Keklîkpinarê di ser malan de girtin. Di serdagirtina malan de Ergîn Sonmez, Faysal Erdal û Azad Dundar hatin binçavkirin. Di serdagirtina malan de lêgerînen dijwar pêk hatin û di lêgerînê de cilên şal û şapik yên zarokan jî ji aliyê polîsan ve hatin desteser kirin. Cil û 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê. Sedema binçavkirina nehate zanîn.