
Gerîla Egîd Serhad ku li gerîla bi tembûra xwe tê ecibandin, bi teknîka şelpe jî balê dikişîne ser xwe. Serhad da zanîn ku gerîla eleqeyeyek mezin nîşanî muzîka Elewî dide û got: “Beytên Elewiyan xwedî felsefek kûr e. Dîsa di hundirê wê de berxwedan heye. Xweîfadekirina gelê ku li ber xwe dide ye. Ev rewş rastiya me ye. Û ji me nequtkirî ye.”
Dema gerîla tê gotin tişta yekem tê hişê mirovan çek û şer e. Lê dema mijar bibe gerîlayên PKK’ê, rewş berevajî vê dibe. Gerîla li gel şervaniya xwe, xwe di hunerê de jî pêş dixîne. Ji bo gerîla huner parçeyek jiyanê ye. Wiha ye ku gelek gerîlayan navê xwe bi hunera xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de nivîsî. Ozan Mizgîn, Ozan Sefkan, Ozan Serhad, Delîla û gelekên din li çiyayan bi hunera xwe bûn destdan.
Gerîla Egîd Serhad jî di şopa gerîlayên ku li çiyayan bi hunera xwe jî hebûn, diçe. Egîd bi tembûra û teknîka şelpke balê dikişîne. Di 1985’an de li Eleşkîrt a Agiriyê ji dayik bûye. Di temenê biçûk de jiyana metropolên mezin nas dike. Eleqeya wî ya ji bo temburê li Stenbolê pêş dikeve, li hember beytên Elewiyan eleqeya wî zêde dibe. Tevî ku di malbata wî de kes li dijî muzîkê ne eleqedar e jî, Egîd bi eşqeq mezin ji tembûra xwe dûr nakeve. Demekê li dibistaneke tembûrê perwerdeyê dibîne û di çarçoveya derfetên xwe de, xwe pêş dixîne.
Ji bo Egîd jiyan weke ku dixwest neçû. Şerê ku di biçûkatiya xwe de li Kurdistanê şahidiya wê kir, hîna didome. Di 2008’an de dema zanîngeh dixwend, li dijî operasyonên li çiyayên Kurdistanê berdewam dikir, li dijî terora polîs a li ser gelê Kurd bêdeng nema û zanîngeha ku beşa fîzîk dixwend, terk kir û derket çiyayan.
GERÎLA ELEQEYEK MEZIN NÎŞANÊ BEYTAN DIDE
Egîd piştî hat çiyayê Kurdistanê jî eleqeya xwe ji tembûra xwe nebirî. Ji ber şert û mercên zehmet yên gerîlayan derfetê lêdanê nedîtiya. Di sala duyem a gerîlatiyê de ev derfet dîtiye û dest bi lêdana tembûrê kiriye. Eleqeya gerîlayan a li dijî muzîka Elewiyan morelek mezin daye Egît. Wisa ye ku her dema ku Egît li tembûrê dide, hevalên wî dibêjin ji min jî beytek û piştre bi şelpe berdewam bike. Egîtê ku bi piştgiriya hevalê xwe tembûrê lê dide, rastî eleqeyek mezin tê.
Egîd sedema eleqeya li dijî beytên Elewî wiha got: “Beytên Elewî xwedî felsefeyek kûr in. Dîsa di hundirê wê de berxwedan heye. Xweîfadekirina gelê ku li ber xwe dide ye. Ev rewş rastiya me ye. Ji me ne qutkirî ye. Ji bo vê gerîla ji beytan hez dikin. Li aliyê jî teknîka şelpe jî îfadeya hestên serhildêr a gerîla dijî.”
ELEWÎTÎ ÇANDA ME YE
Egîd bi lêv kir ku ji roja ku PKK hatiye avakirin heta niha, zemîneke ji bo ku gel û baweriyên cuda xwe îfade bikin û bi taybet jî aliyên ku ji aliyên ku pergalê ve hewl hatiye dayîn ku bê tinekirin, li ser linga bê girtin, avakirine û têkiliya Elewitiyê ya bi PKK’ê re wiha vegot: “Elewîtî ne terzeke jiyanê ya ji me dûr e. Edalet, exlaq, jiyana komunal a di civakê de ji bo me her tim bûye mînak. Dîsa her tim aliyê bindest e. Elewitiya ku pergal hewl dide tine bike, reng û cewhera vê erdnîgariyê ye. Jiyana Elewîtiyê jiyana demokrasiyê ye. Divê ev nirx bên xurtkirin. Ji roja ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir Elewî parast.”
LIGEL NASNAMEYA GERÎLATIYÊ YA HUNERÎ JÎ HEYE
Egîd di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gerîla ne tenê bi şer, bi çand û hunerê re jî eleqedar dibe, her gerîlayek nasnameya wan a hunerî jî heye û got: “Hevalên me yên di tevgerê de yên bi çanda xwe re eleqedar bûne û şehîd ketine hene. Hîna hevalên me yên têkoşîna vê didin hene. Gerîla ne tenê şervan di heman demê de hunermend e jî. Taybetiya ku gerîlayan ji artêşên din cuda dike ev e. Bi muzîk û wêjeyê re eleqedar dibin. Mînak Hozan Sefkan, Hogir, Serhat, Mizgîn, Şîlan û Bakî. “
PARASTINA ÇANDÊ PEYWIRA GERÎLA YE
Egîd di dawiya axaftina xwe de wiha berdedewam kir: “Heta em dîwarên ku pergalê di navbera çanda de ava kiriye, rakin, em ê têbikoşin. Em ji bo mirovahiyê têdikoşin. Em ji bo jiyanek azad têdikoşin. Jiyan bê çand nabe. Çand qezenca hezaran salî ya gelan e. Berdewamkirina vê mîrateya çandî peywira gerîlan e. Bêguman çanda Elewiyan jî di nav vê de ye. Çanda Elewiyan çandek dewlemend e.”







