Li Çiyayên Cûdî û Gabarê operasyon

Li Çiyayên Cûdî û Gabarê operasyon

Artêşa Tirk bi piştgiriya hewayî li dijî Çiyayên Cûdî yê li Şirnexê û Gabarê yê di navbera Şirnex-Sêrtê de operasyon da destpê kirin.

Li gorî agahiyan, di demjimêrên serê sibê de artêşa Tirk li dijî Çiyayên Cûdî û Gabarê operasyonekî bipiştgiriya hewayî da destpê kirin. Di çarçoveya operasyonê de yekîneyên taybet yên cendirmeyan ji Tûgaya Akçay bihelîkopteran daxistin herêmên çiyayî, her wiha hate hînbûn ku, bataryayên hewana jî ji yekîneyên leşkeran re şandine.

Tê ragihandin ku, di çarçeoveya operasyonê de wesayîtên zirxî yên leşkerî li nêzî gundên Heblêr û Şaxê yên li qûntara çiyayê Cûdî hatine valekirin bicih kirine.