Ber bi Çiyayê Tendurek yê di navbera navçeya Bazîd ya Agirî û navçeya Ebexê ya Wanê de liv û tevgera hewayî destpê kir. Hate ragihandin ku, di navbera herêmên Kanîspî û Gurdê de di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derketiye.
Hate ragihandin ku, di navbera herêmên Kanîspî û Gurdê ku beriya vê jî pevçûn lê rû dabûn, di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk yên derketine operasyonê de pevçûnê rû da. Tê ragihandin ku, li herêmê dengê çekan bilind dibe, her wiha ber bi herêmê ve liv û tevgera balefirên şer jî zêdebû. Bitaybet balefirên şer yên ji balefirgeha Giyadînê rabûn û ber bi Çiyayê Tendurekê yê di navbera navçeyên Bazîda Agirî û Ebexa Wanê de çûn. Li herêmê liv û tevger didome.