Li Çiyayê Katoyê pevçûn

Li Çiyayê Katoyê pevçûn

Di navbera leşkerên li Çiyayê Katoyê biçûk yê nêzî navçeya Berweriyê ya Sêrtê yên derketin operasyonê û gêrîlayên HPG'ê de pevçûn qewimî.

Li gorî agahiyan şevê din di navbera leşkerên li Çiyayê Katoyê biçûk yê di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de dimîne yên derketin operasyonê û gêrîlayên HPG'ê de pevçûn derket. Piştî pevçûnê ji 3'mîn Fermandariya Tûgaya Komando ya Sêrtê helîkopterên rabûn û ber bi herêma pevçûnê yekîneyên taybet birin.

Hate hînbûn ku, gêrîlayan şevê din êrîşî Qereqola Ziyaretê ya navçeya Hawelê ya Sêrtê kirin.