Elkiyên ku duh ji bo xwe bigehînin 7 cenazeyên gêrîlayên HPG’ê yên li Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dayîn, îro xwe gihandin cenazeyan.
Elkiyên ku di bin topbarana zêde de ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ber bi herêma operasyonê Çiyayê Katoyê ve çûyîn, hate diyarkirin ku cihê ku lê ne hertim dihat bombebaran kirin. Kurdistaniyên ku li rexmî 2 rojin bê navber baran dibare ji bo cenazeyên 7 gêrîlayên di pevçûnan de li quntarên Çiyayê Katoyê Marînos yê ser bi Şirnexê ve jiyana xwe jidest dayîn bigirin, ji duh şev ve agahî ji Kurdistaniyan nehate girtin. Li ser vê yekê vê sibehê bisedan wesayît çûn Zozanên Laleş yên Çiyayê Katoyê. Îro heya piştî nîvro jî agahî ji Kurdistaniyan nehate girtin, lê belê hate ragihandin ku xwe gihandine cenazeyê gêrîlayan. Îro piştî nîvro ji ber ku li Elkê baranek zêde barî nekarîn cenazeyan bînin. Hate ragihandin ku, sibe piştî nîvro dê cenazeyan bi awayek girseyî bînin Elkê.
Girseya ku dê sibe li ber avahiya BDP’a Elkê kombibe jî hate ragihandin ku, dê piştgiriyê bidin girseya ku çûne cenaze ji Çiyayê Kato anîne bidin. Li rexmî ku bisedan Kurdistanî li Zozanên Laleş yên çiyayê Katoyê ne, obîsên ku ji Fermandariya Tûgaya Cendirmeyan tên avêtin gel têxe nava fikaran.