Li cîhaza deng a kirêkirî cezayê "Kurdî"

Solîstê Koma Zelal Hasan Yaşar ê bi Kurdî distirê, ji ber ku cîhaza xwe ya deng di çalakiya 8'ê Adarê de daye kirê û bi hinceta ku di vê cîhazê de stranên bi Kurdî hatine gotin Dozgeriya Konyayê der heqê wî de lêpirsîn vekir.

Solîstê Koma Zelal Hasan Yaşar ê bi Kurdî distirê, ji ber ku cîhaza xwe ya deng di çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de daye kirê û bi hinceta ku di vê cîhazê de stranên bi Kurdî hatine gotin Dozgeriya Konyayê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" der heqê wî de lêpirsîn vekir. Yaşar, piştî ku li Midûriyeta Emniyetê ya Konyayê îfade da, serbest hat berdan.

SÛCDARIYA DENGÊ MUZÎKA KURDÎ JÊ TÊ!

Yaşar anî ziman ku ew fêm nake çima ji ber di cîhazên muzîkê de stranên bi Kurdî hatiye gotin ew sûcdar hatiye îlankirin û destnîşan kir ku ev pekanîn li welatên herî antî demokratîk ên cîhanê jî nayê dîtin. Yaşar ragihand ku bi polîtîkayên çavtirsandin û zextê re li hemberî hunermendên bi Kurdî distirên êrîşek bi zanebûn tê kirin û her timî bi sedemên ewçend bê bingeh tên sûcdarkirin. Yaşar da zanîn ku li hemberî hunermendên komên muzîkê yên herêmî îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin.

'CEZAYÊ STRANA BI KURDÎ JI CEZAYÊ KUŞTINA MIROVAN GIRANTIR E'

Yaşar bibîr xist ku beriya niha ji ber ku di Newroza 2011'an de kincên gelêrî li xwe kiribû der heqê wî de doz hatiye vekirin û diyar kir ku kincên wî hatine desteserkirin. Yaşar da xuyakirin ku li vî welatî her çend Kurdî yan jî kincên herêmî yên Kurdî ne qedexe ye jî bi awayekî kêfî zext li wan tê kirin û got, "Li vî welatî çêkirina muzîka bi Kurdî, ji firotina esrarê, ji kuştina mirovan bêhtir xwedî rîska ceza ye. Em dixwazin ev polîtîkayên zextdar tavilê werin terikandin û dawî li polîtîkayên kêfî bê anîn."