Li Çewlikê yek jê giran 2 zarok bi giranî birîndar

Li Çewlikê yek jê giran 2 zarok bi giranî birîndar

Di bûyerên li Çewlîkê de piştî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk zarokek bi giranî 2 zarok birîndar bûn.

BDP'ê xwest li Çewlikê bi boneya êrîşên li dijî endam, rêveber û avahiya xwe şermezar bike mîtingê pêk bîne, lê walîtiyê qedexe kir. Girseya ku xwest li Qada Newrozê ya Taxa Yenî kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat.

Polîsa bi tund êrîşî welatiyên dixwastin tevlî mitînga li Qada Newrozê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî avahiya BDP'ê ya Çewlîkê li dar bixin kir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li girseyê kir. Polîsan di mudaxaleyê de bombeyên gazê û guleyêr plastîk bikar anîn. Di bûyleran de yek jê giran 2 zarok birîndar bûn. Hate zanîn ku zarokên temenên wan di navbera 10 û 17 salî de rakirin nexweşxaneya Taybet a Tipê ya Çewlikê.

Di bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin.