Li ser rêya Çewlik-Mûşê di teqîna dema derbazbûna karwana leşkerî de, mînîbusekî li gel karwanê agir pê ket û di encam de herî kêm leşkerek mir, ji 30 leşkeran jî zêdetir leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, bûyer di demjimêr 12.45an li ser 20’mîn km li herêma Onbînevler li ser rêya Çewlik-Mûşê rû da. Di dema derbazbûna karwana leşkerî de teqînekî tund rû da. Di encama teqînê de agir bi mînîbusekî leşker têde ket û şewitî. Di bûyerê de herî kêm leşkerek mir, ji 30’an zêdetir leşker jî birîndar bûn.
Gelek ambûlans veguhestin cihê bûyerê, di mijara sedema teqînê de îdîayên cûda têne kirin. Şahidekê bûyerê ragihand ku, bûyer ji ber sedema teqîna bombeya li ser rê hatî çandin rû daye, cerdevanek jî dibêje, piştî teqînê 2 roket jî avêtine.
Waliyê Çewlikê Mûstefa Hakan Guvençer bûyer piştrast kir û diyar kir ku, ew hêjan di derbarê sedemê wê de ne xwediyê agahiyên zelalin.