Di encama êrîşa li ser 16’emîn kîlometreya rêya di navbera Çewlik-Mûşê pêk hat de li gorî bîlançoya nû herî kêm 7 leşker hatin kuştin û 58 birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro saet di 12.45 de, otobusa leşkerî li rastî êrîşa gerîlayên HPG’ê hat. li gorî bîlançoya nû di çalakiyê de herî kêm 7 leşker hatin kuştin û 63 birîndar bûn. Walî jî da zanîn ku li cihê bûyerê cenaze hene.
Waliyê Çewlikê Mustafa Hakan Guvençer, diyar kir ku êrîş bi roketê pêk hatiye û got; "Lêkolîna li cihê bûyerê didome, 7 şehîd û herî kêm 63 birîndarên me hene. Ji leşkerên birîndar, 34 li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê ne û 14 yên din jî di Nexweşxaneya Dewletê ya Bongilanê de ne.”
Otobusa ku agir pê ket, bi temamî şewitî. Piştî êrîşê dengê çekan hate bihîstin û gelek ambûlans şandin cihê bûyerê.
Di daxuyaniyên beriya vê hatibû diyarkirin ku, 58 leşker birîndar bûne.
Di 14’ê Îlonê de jî gerîlyaên HPG’ê li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê wesayît polîsan kir hedef. Li gorî çavkaniyên HPG’ê di encama çalakiyê de 10 polîs mirin û 19 polîs birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên artêşa Tirk 8 polîs mirin û 9 birîndar bûn.