Li Çewlikê hejmara miriyan gihişt 10’an

Li Çewlikê hejmara miriyan gihişt 10’an

Di encama êrîşa li ser 16’emîn kîlometreya rêya di navbera Çewlik-Mûşê pêk hat de li gorî bîlançoya nû herî kêm 10 leşker mirin û 60 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro saet di 12.45 de, otobusa leşkerî li rastî êrîşa gerîlayên HPG’ê hat. li gorî bîlançoya nû di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin û zêdetirê 60 birîndar bûn.

Piştî êrîşê operasyona li herêmê hate destpêkirin berdewam dike û ji herêmê dengê çekan tê. Hate ragihandin ku ji ber operasyonê riya Çewlîk û Mûşê ji aliyê leşkeran ve ji trafîkê hate girtin.

Di 14’ê Îlonê de jî gerîlyaên HPG’ê li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê wesayît polîsan kir hedef. Li gorî çavkaniyên HPG’ê di encama çalakiyê de 10 polîs mirin û 19 polîs birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên artêşa Tirk 8 polîs mirin û 9 birîndar bûn.