Li Çewlikê 5 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li Çewlikê siyasetmedarên HDP û DBP'ê yên ku hatibûn binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Li Çewlikê di serdegirtinên malan de ku beriya 5 rojan hatin kirin, hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de 5 kes ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Hevserokên DBP'ê yê Çewlikê Zeynep Yûrtsever û Feyzûllah Şeyhanoglû, Hevserokê Dara Hênê Alî Yaşar, Endama Meclîsa Partiyê Mîzgîn Çîftçî, rêveberê DBP'ê Zafer Alçîçek ên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê.