Li Çewlik û Xarpêtê 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin

Li Çewlik û Xarpêtê 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin

HPG’ê aşkere kir ku di encama şer û pevçûnên di 21-22’yê Îlonê de Xarpêt (Elezîz) û Çewlikê qewimîn de herî kêm 4 leşkrên artêşa Tirk û cerdevanek hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn” de gerîlayan li ser riya Çewlik, Elezîz û Amedê de hin rêze çalakî li dar xistine.

L DIJÎ OPERASYONÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihnadina HPG’ê der barê wan çalakiyan de ev agahî dan; “Di 21'ê Îlonê de di saet 06.30'an de li bajaroka Ýlicalar a Çewlikê li dijî 10 hezar leşkerên li dijî herêmên Şehîd Serxwebûn û Terkanê derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin herweha pevçûnek demkurt jî qewimiye. Di encama çalakî û pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

CERDEVAN Û LEŞKEREK HATIN KUŞTIN

Piştî çalakiyê ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Di heman rojê di saet 09.30'an de li dijî yekîneyeke din a dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de sercerdewanek û leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê helîkoterên kobrayan herêm bi dijwarî hatiye bombekirin û operasyon herêmên Şehîd Qehreman, Şehîd Rojger, Dallitepe, Gol, Axpîk, Kamyun, Koz, Neqeba Çam û Ozgur girtiye nava xwe û hatiye berfirehkirin.

2 LEŞKER HATINE KUŞTIN

Di operasyona herêm him ji hewayî û him jî ji bejahî bi dijwarî dihate bombekirin, di saet 18.00'an de yekîneyeke dijmin ê dixwest ji girê Şehîd Felat xwe berde eraziyê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama vê çalakiyê de du leşker hatine kuştin. Di navbera gerîlayên me û yekîneyeke din a dijmin ê hatiye mudaxeleyê pevçûneke nîv saetê qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

HELÎKOPTERÊ DERBE XWAR

Heta 01.00'ê şevê li dijî gelek deverên herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di 22'ê îlonê de di saet 16.30'an de helîkoptereke skorsky ya dijmin jî navserên Şehîd Qehreman de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye bi lez ji herêmê hatiye dûrxistin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di 22 Îlonê de di saet 19.00'an de piştî bombebarana dijwar a helîkopterên kobrayan dijmin beşeke mezin a hêzê xwe paş de vekişandiye. Hewldanên keşf û kemîn vedana dijmin a li herêmê hîn jî berdewam dike.

LI DIJÎ QEREQOLA BERIKÊ ÇALAKÎ

Di 21'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Miyaran (Aricak) li dijî helîkoptereke skorskyê ya dixwest li qereqola bajaroka Berikê daxîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di heman demê de leşkerên di nava qereqolê de jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama van çalakiyan de leşkere hatiye kuştin, helîkoptera skorsky jî naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Piştî çalakiyê liş dijî derdora qereqolê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bê ser û ber hatiye bombekirin.

KONTROLA RÊ

Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-19.00'an de li navbera navçeya Pîran û bajarokê Berik ê bi ser navçeya Miyarana Elezîzêye ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”