Li Celleyê civîna li ser avakirina Kobanê
Alîkarê Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Kobanê Nassan, bi komên dost ên Elman re di civîna li ser pêvajoya avakirina Kobanê axivî.
Alîkarê Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Kobanê Nassan, bi komên dost ên Elman re di civîna li ser pêvajoya avakirina Kobanê axivî.
Alîkarê Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Kobanê Nassan, bi komên dost ên Elman re di civîna li ser pêvajoya avakirina Kobanê axivî. Nassan bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî û got biryarên di konferansa Amedê de hatine girtin divê bikevin meriyetê û ji bo vê jî divê korîdora mirovî bê vekirin. Beşdarên civînê jî dan zanîn ku Rojava modeleke dikare Rojhilata Navîn ji kaosê xilas bike ye.
Li bajarê Elmanya Celle civînek li ser ji nû avakirina Kobanê hat lidarxistin.
Alîkarê Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Kobanê Îdrîs Nassan ku ji bo rêze hevdîtinên dîplomatîk li Elmanyayê ye, bi Komîteyên Piştevaniya Kurdistanê yên li Bakurê Elmanyayê ava bûn re, li ser ji nû ve avakirina Kobanê nîqaş meşand.
KOMÎTEYÊN PIŞTEVANIYÊ
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê li gelek deverên cîhanê rastî nerazîbûnan hat û yek ji van welatan jî Elmanya bû. Di serî de li bakurê Elmanyayê, li gelek bajaran bi armanca piştevaniya Rojava, Şengal û Kobanê komîteyên piştevaniyê hatin avakirin. Komîte xebatên xwe bê navber dimeşînin.
Li bajarên cuda yên Elmanyayê bi dehan panel, konferans û civîn pêk hatin. Stand hatin vekirin û kampanya hatin destpêkirin.
Komîteyên li Munster, Hamburg, Celle, Bremen, Berlîn, Kîel, Lubeck, Luneburg, Gottîngen û Kasselê hatin cem hev û biryar girtin ku bi hev re xebatê bimeşînin.
Endamê koma dostanî diyar kirin ku wan modela Rojava ji nêz ve nas kirine û got modela Rojava yekane modela ku Rojhilata Navîn ji kaosê rizgar dike ye.
KORÎDORA MIROVÎ ŞERT E
Di civînê de Îdrîs Nassan axivî û got: “Ji hezaran kîlometreyî dur Kobanê dîtin, jiyan kirin bo me gelek girînge. Berxwedan di vê coş û baweriyê pêk tê. Çek, tank û topên dijmin kat bi kat ji yên me girantirin. Lê piştavanî bo me çeka herî mezine. Me ji bo avakirina Kobanê, li Amedê konferansek pêk anî. Divê biryarên ku hatine girtin bikevin jiyanê. Her wiha divê korîdorek mirovahî bê vekirin.
PIRSGIRÊKÊN GIRÎNG
Nassan da zanîn ku piştî têkoşîna çeteyan bi dehezaran kes vegeriyane xaka xwe û niha pirsgirêkên av, xurek, tenduristî û perwerdê dijîn.
KNK, FKE, NAV-DEM, YXK, TATORT Kurdistan beşdarî civînê bûn.