Li Çelê û herêma Doskiyan tevgera leşkerî

Li Çelê û herêma Doskiyan tevgera leşkerî

Li Girê Rehmo yê 20 kîlometreyan ji navçeya Geverê ya Colemêrgê dûr dest bi îmhakirina mayînan hate kirin. Mayînên ji aliyê leşkeran ve hatin danîn piştî hatin paqijkirin dê çareke din leşker lê bên cihkirin. Hate hînbûn ku, li Çelê û Herêma Doskiyan di nav bera leşkeran û gêrîlayên HPG'ê de dem dem pevçûn diqewimin.

Li Girê Rehmo yê li herêma Doskiyan yê Geverê 3 rojin leşker xebatên paqijiya mayînan dikin. Girê Rehmo ji ber ku herêma Doskî, Sat û Oremarê dibîne her sal leşker lê tên cihkirin. Par li heman gir mayîn hatibûn lêbicihkirin û leşker paşve hatibûn kişandin. 3 rojan li herêmê mayîn tên îmhakirin.

L HERÊMA DOSTKIYAN OPERASYON

Li herêma Doskiyan operasyon berdewam dikin û tevgera leşkerî didome. Welatiyên li herêmê dijîn ji ber kemînên leşkeran nikarin derbikevin derve. Hate îdîakirin ku, rayedarên leşkeran ji welatiyan re gotin, "Li herêmê 8 gêrîlayên PKK'ê hene. Dema nanî ji xwe dixwazin bidinê. Ji wan re bêjin bila teslîm bibin. Me ew dopçêkirine em dê wan bikujin. Bi wan re biaxivin." Li herêmê leşker radiwestin û balefirên şer û helîkopterên jî herêmê bombe dikin. Hate zanîn ku, şevê din çiyayê Satê, Zozana Mêrgezerê û Geliyê Qencan ji aliyê balefirên şer ve hate bombebarankirin.

LI ÇELÊ PEVÇÛN BERDEWAM DIKIN

Li herêma Geliyê Tiyarê, gundên Bilêcan, Işikli û Talê yên Çelê jî pevçûn berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmê, li herêmê gelek caran pevçûn diqewimin.