Di encama pevçûnên dijwar ên li navçeya Çelê ya Colemêrgê diqewimin de, herî kêm 28 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û zêdetirê 10 leşker birîndar bûn. HPG’ê da zanîn ku 2 gerîlayên wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê pevçûnên dijwar ên li Çelê, Gever û Şemzînanê diqewimin de agahî daû got; “Li dijî artêşa dagirker a tirk ên xwestiye serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê bişkîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.”
6 WESAYIT HATIN RÛXANDIN
HPG-NÇR’ê diyar kir ku di 14’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Geliyê Zap ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxitin û ev agahî da; “Li dijî leşkerên dijmin ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatine lidarxistin herweha pevçûnên dijwar qewimîne. Li diJî karwaneke leşkerî ya ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat li sêgoşeya Gundê Tiyarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 wesayitên zirxî hatine rûxandin 2 wesayit jî texrîp bûye.”
25 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG-NÇR’ê da znaîn ku piştî vê çalkaiyê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk xwestine bi helîkopterên skorskyan li herêma Kepê Mirîşka daxîne û got; “rastî bergiriya gerîlayên me hatine, gerîlayan me destûr nedane helîkopter li herêmê daxîne. Çalakiyên her du herêmê heta dotira rojê saet 12.00’an berdewam kiriye. Di encama heMû pevçûn û çalakiyan de 25 leşkerê dijmin hatiye kuştin, ji 10’an zêdetir leşker jî birîndar bûne.”
2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin; “Di van pevçûn û çalakiyan de 2 rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên rêhevalên me dema zelal bû wê ji raya giştî re were eşkerekirin.”
HPG-NÇR, di berdewam daxuyaniyê de ev agahî da; “Di heman rojê li dijî Gundê Tiyarê û herêmên pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebarana helîkopterên kobrayan li gundê Tiyarê jinekê jiyana xwe ji dest daye, jinek jî birîndar bûye. Herweha rez û zeviyên gundiyan jî zirar dîtiye.
Operasyona dijmin a li dijî herêmên Ssêgoşeya Tiyarê, Pira Çeto, Suwarê Benê, Helwesîs û Kepê Mirîşka berdewam dike. Di derbarê pevçûnên herêmê yên berdewam dikin de her ku agahiyên nû bigihêje destê me wê ji raya giştî re were ragihandin.
Ji 13’ê Cotmehê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Şikefta Birîndara, Mahîr Mîrzo, Xeregol, Karker û Gundê Zêvê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan obusan tê bombekirin.”