Ji ber pevçûnên artêşa Tirk di saetên danê sibê de li bejahiya gundê Serêsêvêyê navçeya Çelê ya Colemêrgê da destpêkirin, pevçûnên dijwar diqewimin. Helîkopterên artêşa Tirk malêmn gundiyan bombebaran kir û di encamê de kjinek jiyana xwei dest da û 1 jê ustegmen, bi giştî 5 leşker mirin.
Artêşa Tirk serê sibê li bejahiya gundê Serêsêvê û Geliyê Tiyarê yên Çelê dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de di navbera gerîlaû artêşa Tirk de pevçûnên dijwar qewimîn.
Di dema pevçûnê de helîkopteran li Geliyê Tiyarê malan xist. Jina bi navê Ayza Çetîn a 35 salî û dayîka 8 zarokên a ku li gundê Tiyarê yê nêzî Geliyê Tiyariyê dijî ji aliyê helîkopteran ve hate gulebarankirin û bi parçeyên şarapnelan bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û jiyana xwe ji dest da. Hate hinbûn ku cenazeyê Çetîn ji bo otopsiyê tînin Wanê. Hate zanîn ku jina bi navê Zekiya Çetînkaya (30) ji xeteriya mirinê rizgar bû.
Pevçûnên li hin cihên bejahiya gundê Serêsêvê û Geliyê Tiyarê berdewam dikin, li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, di pevçûnê de yek jî ustegmen herî kêm 5 leşker hatin kuştin. Hate zanîn ku gelek birîndar anîn Gever û Colemêrgê.
HPG-NÇR der barê pevçûnên dijwar ên li Çelê de jî got ku di 14'ê Cotmehê de di li dijî karwaneke leşkerî ya ji 45 wesayitan pêk dihat û ji Çelê ber bi herêma Geliyê Tiyarê ve diçû ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da; “Di encama çalakiya ji 6 baskan ve hatiye lidarxistin de beşek karwanê paş de vekişiyaye, beşek jê jî li cihê xwe rawestiyeye. Herweha artêşa dagirker a tirk xwestiye bi helîkopterên skorskyan li herêmê daxîne lê rastî bergiriya gerîlayên me hatiye. Pevçûnên li herêmê hîn jî li hin deveran berdewam dike. Di derbarê pevçûn û encamên wan de wê raya giştî dema hate zelalkirin were agahdarkirin.”
Li aliyekedin hate diayrkirin ku gelek helîkopterênşer ên artêşa Tirk ji Qişleya Fatîh a li TaxaYenî rabûn û Geverê rabûnu girtên stratejîk ên herêmê, çiya û sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.