Li Çelê herî kêm 4 leşker mirin, 5 birîndar

Li Çelê herî kêm 4 leşker mirin, 5 birîndar

Di encama pevçûna piştî teqîna li ser rêya Çelê-Colemêrgê pêk hat de herî kêm 4 leşker mirin, 5 leşker birîndar bûn. Pevçûn berdewam dike, rêya Colemêrg û Çelê li trafîkê hat girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li ser kîlometreyan 15’emîn a Colemêrg-Çelê, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Piştî teqînê di encama çalakiya gerîlayan a li hemberî karwanê leşkerî de herî kêm 4 leşker mirn û 5 jî birîndar bûn.