Li Çelê herî kêm 15 leşker mirin

Li Çelê herî kêm 15 leşker mirin

Di encama çalakiya gerîlayan de ku li dijî 3 qereqola û baregehên leşkerî pêk anî, herî kêm 15 leşker hatin kuştin. Hate aşkerekirin ku leşkerek di pevçûna li Geliyê Tiyarê de birîndar bû, îro miriye.

Gerîlayên HPG2ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolên artêşa Tirk Karataş, Işikli û Gazîtepeyê û binkeyên leşkerî çalakiyek berfireh li dar xistin. Gerîlayan di çalakiya du êvarê de çekên roketavêj û çekên lûledirêj bi kar anîn.

Artêş Tirk îro serê sibê, li herêmê dest bi operayonên bi piştgiriya hewayî kir. Hat diyarkirin ku pevçûnên li herêmê berdewam dikin, li gorî çavkaniyên herêmî di van pevçûnan de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Çavkaniyên xwecihî jî dan diyarkirin ku di encama serdegirtina qereqolê de ku ji aliyê gerîlayan ve pêk hat herî kêm 15 leşker hatine kuştin. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk bi helîkopteran gelek kuştî û birîndarên xwe ji Çelê veguhest Colemêrgê.

YEK JI LEŞKERÊN DI GELIYÊ TIYARÊ BIRÎNDAR BÛ MIR

Li aliyek din leşkerê bi navê Firat Yildirim ê ku di pevçûna 14’ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê birîndar bû di nexweşaneyê de mir.

HPG’ê jî bi daxuyaniyek da diyarkirin ku di encama çalakiyên gerîlayan a ku li dijî karwana leşkerî ya li Geliyê Tiyarê pêk hat de herî kêm 5 leşker mirin, 10 leşker birîndar bûn û 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha, helîkotperên Tirk gundê Tiyarê bombebaran kirin û di encamê de du jin bi giranî birîndar bûn. Yek ji jinên birîndar Ayza Çetîn ku dayika 8 zarokan e, gava vediguheritn nexweşxaneyek a Colemêrgê jiyana xwe ji des da.