Li Çelê di êrîşa gêrîlayan de 3 leşker mirin

Li Çelê di êrîşa gêrîlayan de 3 leşker mirin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê gêrîlayên HPG’ê hemwext êrîşî 3 qereqol û baregehên leşkerî kir. Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşker hatin kuştin.

Gêrîlayên HPG’ê hemwext li dijî qereqolên Işikli, Karataş û Gazîtepe û baregehên leşkerî çalakî pêkanîn. Di çalakiya duh şev ya bi roket û çekên lûle dirêj de, li gorî çavkaniyên Tirk 3 leşker mirin.

Çavkaniyên herêmê dane diyarkirin ku, ambûlansan gelek leşkerên mirî û birîndar hilgirtine. Lê belê heya niha çavkaniyên HPG’ê derbarê çalakiyê de ti daxuyanî nedane.