Hate ragihandin ku, artêşa Tirkan hewil dide cerdevana jî bide zorê û tevlî operasyonek ya li derdora Qereqola Karataşê ya girêdayî Çelê bike.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, artêşa Tirk amadekariyên operasyonekî li derdora Qereqola Karataş girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dike û hewil dide cerdevana jî tevlî operasyonê bike.
Çavkaniyên herêmê agahiyên, piştî 7’ê Çileyê gêrîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Karataşê çalakî kirin û hêjan li herêmêne her wiha amadekariyên çalakiyekê dikin, belav dikin. Hate diyarkirin ku, ev jî ji bo operasyonê hincetekê çêdike.