Yekîneyên polîsên rejîma AKP’ê bi awayeke hemwext li bajarên Sêrt, Stenbol, Bedlîs û Êlihê bi ser gelek malan de giritn û herî kêm 36 kes binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Sêrtê ve hate dayin, ev operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirk a Amedê ve hatiye kirin.
Di encama serdegirtinan de li Sêrtê 14, li Êlihê 2, li Bedlîsê 2 û li Stenbolê jî 18 û bi giştî 36 kes hatin binçavkirin.