Li Bismilê 7 kes hatin girtin
Li navçeya Amed Bismilê, ji 12 kesên di 6'ê Gulanê de ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, yek jê zarok 7 kes hatin girtin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê du roj berê leşkeran di nav de mala Hevşaredara Bismilê Cemîle Amînoglu jî heyî bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtina malan de 12 kes hatibûn binçavkirin û deriyên malan hatibûn şikandin. Ji 12 kesên hatin binçavkirin ciwanek piştî karên li Qereqola Cendirmeyan serbest hat berdan. 11 kesên din piştî karên îfadeyan sewqî Edliyeya Bismilê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 11 kesên bi îdîayên "endamê rêxistinê ne" û "bi îxtimaleke mezin sûcdar in" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê 4 kesên serbest berdan û Omer Faruk Yilmaz, Metin Çelik, M. Akif Onur, Mahsum Erkek, Eşref Alsaç, Fİrat Bîleşîkçî û zarokekî bi navê A.Î jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.