Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin têkildarî çalakiya girtiyên PKK û PAJK'î dane destpêkirin û di roja 36'emîn de ye daxuyanî da û wiha got: "Heke kesek tenê jî ji bo vê yekê dest bi çalakiyekî wisa bike û bedenê xwe bide ber mirinê divê li hemberî vê yekê bêdeng neyê mayîn. " Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban a Sêrtê Op.Dr. Ekrem Bîlek jî diyar kir ku ji bo rewşa girtiyan di cîh de bibîne dê serî li Wezareta Dadê û Dozgeriya Komarê bidin.
Gelek saziyên sivîl ên civakî yên Sêrtê têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya li ser banga ÎHD'ê pêk hate de pankrata "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger di roja 36'emîn de ye" vekirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm, Wekîla Şaredarê Sêrtê Gulbahar Karataş, Seroka Şaxa ÎHD'ê Vetha Aydin, Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara, Odeya Tabîban a Sêrtê, Dayîkên Aştiyê, Meclîsa Aştiyê, Genel îş, Egîtîm Sen, Tum Bel Sen, SES, BES, û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn.
'DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN'
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrt Vetha Aydin, daxuyanî xwend û diyar kir ku çalakî di roja 36'emîn de ye û hejmara girtiyên tevlî çalakiyê dibin zêde bûn. Aydin, anî ziman ku hikûmetê guhê xwe ji çalakiyê re girtiye û dibe ku girtîgeh vegerin hêlîna mirinan û wiha got: "Heke kesek tunê jî xwe fida bike û dest bi çalakiyekî wisa bike, bedenê xwe ji mirinê re razîne divê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne." Aydin, bilêv kir ku mirov ji bo daxwazên xwe bînin ziman jiyana xwe danîn holê û wiha axivî: "Ji ber vê yekê rêbaza çareseriyê bê dîtin peywira hemû kesî ye." Aydin, destnîşan kir ku ew weke parêzvanên mafên mirvan ji bo peywira xwe bi cîh bînin amaden e. Aydin, diyar kir ku berê jî di çalakiyên gireva birçîbûnê de mirovan jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: "Divê guh bidin qêrîna girtiyan. Divê hemû raya giştî li hemberî vê yekê bihestiyar be."
Endamê Lijneya Rêvebera a Odeya Tabîban a Sêrtê Op.Dr. Ekrem Bîlek jî diyar kir ku girtî nêzî sînora mirinê bûne û ji bo rewşa girtiyan di cih de bibînin dê serî li Wezareta Dadê û Dozgera Komarê bidin û wiha got: "Heke tu astengî çênebin em dê bi girtiyên li Girtîgeha Sêrtê hevdîtinê bikin û rewşa wan lêkolîn bikin." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.