Li ber girtîgeha Dîlokê pevçûn: 4 birîndar

Li ber girtîgeha Dîlokê pevçûn: 4 birîndar

Di dema serdana Girtîgeha Dîlokê di navbera du koman de pevçûna çekdarî rû da û 2 jê jin 4 kes birîndar bûn. Piştî êrîşî 2 kes bi çekên pompeyî hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, Serkan Gar yê 32 salî ku beriya du heftiyan di dema operasyona çeteyekê de li Dîlokê hatibû girtin, Başak Kar ya li gel jiyan dikir û du hevalên wan dema hatin serdana Girtîgeha Dîlokê, her wiha hinek kesên din yên hate îdîakirin endamên rêxistinek din ya sûcin nîqaş derket. Nîqaş demek kurt mezin bû û vegerî pevçûna çekdarî.

Di pevçûna ku di ketina girtîgehê û otoparkê destpê kir û heya nêzî Edliyeya Dîlokê domkir, Başak Kar û Ekrem Kolûkisa yê 40 salî, jineka binavê Sevîm Kose ya 34 salî ku têkiliya xwe bi bûyerê re tuneyî hatî serdana hevjînê xwe û kesekî nasnameya wî nehate zanîn birîndar bûn. Ji birîndaran 3 kes rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîdkamil, yek jî rakirin Nexweşxaneya Taybet ya Sanko. Hate aşkera kirin ku, rewşa Ekrem Kolûkisa û Sevîm Kose girane.

Piştî bûyerê di encama operasyona ku polîsan daye destpê kirin de 2 kesên ji cihê bûyerê reviyan û di destê wan de tifeng heyî hatin girtin. Li cihê bûyerê jî demanceyek hate dîtin.