Li herêma Serkeme ya navçeya Şemzînanê di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkerên derketin operasyonê de pevçûn derket.
Li herêma Serkeme ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ku di sêgoşeya Rojhilat, Başûr û Bakûrê Kurdistanê de cih digire, di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkerên derketin operasyonê de pevçûn derket. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku, piştî pevçûn derket helîkopterên kobra bê navher herêm dan ber bombeyan. Çavkaniyên ji herêmê hatin bidestxistin, helîkopterên skorsky jî tîmên taybet li girên bilind bi cih kirin. Hate zanîn ku pevçûn didome.