Di demjimêrên sibehê de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de pevçûn derket.
Li gorî agahiyên hatine girtin, di demjimêrên serê sibehê de li bejahiya Serêsêvê ya ser bi navçeya Çelê ve di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûnê rû da. Hate hînbûn ku, cih cih pevçûn didomin, her wiha ji Gever û Fermandariya Tûgaya Komando û Çiya ya Colemêrgê helîkopter şandin herêmê.
Piştî ku çend helîkopteran danîn 20’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor ya Cendirmeyan, ambûlans veguhestin û hate hînbûn ku ji vir leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyan.