Li gundê Zengokê yê bajaroka Qizilxaça Mûşê piştî operasyonê pevçûnên dijwar derket.
Serê sibê ji alaya Mûşê ber bi gundê Zengoka Qizilxaça Mûşê ve sewqiyata leşkerî pêk hat û piştî sewqiyata leşkerî li herêmê operayoneke berfireh hate destpêkirin. Di demjimêrên êvarê de bi beşdariya helîkopteran operasyon hêj berfireh bû û li gelek nokteyên stratejîk yekîneyên taybet yên leşkeran hatin bicihkirin.
Piştî operasyonê di demjimêrên êvarê de pevçûn derket. Pevçûna di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa Tirk de nêzî 2 demjimêran berdewam kir. Derbarê mirî û birîndaran de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.