Li bejahiya Mikus û Westanê kontra digerin

Li bejahiya Mikus û Westanê kontra digerin

Hate ragihandin ku, li bejahiyên navçeyên Westan û Mikusê yên Wanê komên kontra yên ji 5 kesan pêk tên bi cilên gêrîlayan digerin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine bidest xistin, demek dirêje li bejahiyên navçeyên Westan û Mikusê yên Wanê komên kontrayan yên ji 5 kesan pêk tên digerin. Hate ragihandin ku, herî dawî kom di navbera gundên Pendekans û Tişoxê yên navçeya Westanê ya Wanê de,cilên gêrîlayên HPG'ê li xwe kirî hatin dîtin. Gundiyan diyar kir ku, jinên di nav komê de yekê xwe weke Dîlan yekê jî xwe weke Zozanê dan nasîn. Gundiyan anî ziman ku, ji ber komên kontra bi gûmanin û dan zanîn ew nobetê digirin.