Piştî ku li nêzî navçeya Kanîreş ya Çewlikê mînîbusa polîsan derbazbû û teqînekê rûda, her wiha 8 polîs mirin û 9 jî birîndar bûn, hate ragihandin ku di operasyona ku hatî destpê kirin de pevçûnê rû da.
Piştî teqîna 8 polîs mirin û 9 jî birîndar bûn, li bejahiya Gundê Hacilar yê ser bi Kanîreşê ve, di navbera leşkerên derketine operasyonê û gêrîlayan de pevçûn derket.
Hate hînbûn ku, pevçûn hêjan didomin, hate ragihandin ku bi helîkopteran leşker û tîmên tevgera taybet vediguhezin herêmê. Her wiha tê ragihandin ku, cerdevan jî şandine herêma pevçûnê.