Li Bedlîsê li dijî nuqteya polîsan çalakî

Li Bedlîsê li dijî nuqteya polîsan çalakiyek hate lidarxistin. Hate ragihandin ku şerê piştî çalakiyê rû da, dewam dike.

Hat diyarkirin ku li BEdlîsê gerîllayên HPG’ê li dijî noqteya venêrînê ya polîsan êrîşek pêk aniye.

Li dijî nuqteya kontrolê ya polîsên Tirk a Mezra ku li ser rêya Bedlîs-Tetwanê ye, çalakiyek hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku piştî êrîşê, bi bersivdayîna polîsan şerê dijwar qewimî, hate ragihandin ku mirî û birîndar hene. Hat ragihandin ku gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatine kirin û şer didome.