Yek ji bajarên ku operasyonên siyasî yên li dijî BDP’ê li rojevê ye Bedlîse, Serokê BDP’a Navçeyê û 7 kesên din bi gefa binçavkirinê vexwendin îfadeyê. Serokê BDP’a Bedlîsê Şahîn Çoban bertek nîşanî girtinên periyodîk yên lib ajar dan û got; “Di giştî de Kurd û bitaybet jî gelê Bedlîsê li hemberî van pêkûtiyan tucarî bêzar nabe û dê serê xwe netewî ne.”
Serokê BDP’a Bedlîsê Şahîn Çoban di daxuyaniya dayî ANF’ê de balkişande ser pêla binçavkirin û girtina li dijî BDP’ê û diyarkir ku, “ Ne gelê Kurd û ne jî gelê Bedlîsê dê serê xwe li hemberî van pêkûtiyan netewî ne.” Serokê BDP’a Bedlîsê Şahîn Çoban destnîşan dike ku, hefteya borî 9 kes hatine girtin û di demên cûda de jî 20 kes hatine binçavkirin û da diyarkirin ku, AKP’e li şûna di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngavên cidî bi avêje, bi operasyonên siyasî Kurdan di avêje zindanan. Çoban dide zanîn ku, ser sal di van deman de AKP’e bi operasyonên siyasî yên periyodîk gelek rêveber, endam û kesayetên muxalîf binçav dike û digire.
Çoban aşkera kir ku, “Di operasyonên 3’ê Kanûna 2012’an de li Bedlîs û navçeyên wê hatibûn destpêkirin, rêveberên bajar, navendên navçeyan û xwendekarên zanîngehê jî di nav de heyî 20 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 20 binçavkiriyên ku sewqî edliyeyê kirin û hatin girtin, Serokê Navenda Navçeyê Hasan Osmanogullari û 7 kesên din jî bigefa binçavkirinê vexwendin îfadeyê. Binçavkirin û girtinên hatin jiyankirin, delîlek zelale ku hikumet dixwaze li Bedlîsê polîtîkayên zextê û helandinê birêve dibe. Di sala borî de jî weke her sal di van deman de binçavkirin û girtin dihatin kirin. Ez vê tundî û polîtîkayên helandinê şermezar dikim. Pêwîste ev yek baş were fêmkirin ku; binçavkirin û girtin nehiqûqî ne. siyasî ne û bi çi awayî nikare me ji tekoşîna me ya demokratîk veqetîne. Di giştî de Kurd û bi taybet jî gelê Bedlîsê dê tucarî bêzar nebin û serê xwe netewînin.”