Artêşa Tirk zextê li cerdevanên Bedlîsê dike ku biçin herêmên bi rîsk ên li ser sînorê Bedlîs-Wanê nobetê birin. Di van demên dawiyê de li van herêman kar û xebatên yekîneyên kontra jî zêde dibin.
Artêşa Tirk cerdevanên gundên Agor, Xorûs, Gulpik, Kîlîbyan, Şên, Îz, Hirît û bajaroka Kiştonîk yên girêdayî navçeay Xîzana Bedlîsê ku piraniya wan dengê xwe dane BDP’ê, dibin herêmên ser sînorê Bedlîs û Wanê û bi wana nobet didin girtin.
Cerdevanek ku ji ber ewlehiya jiyana xwe nexwest navê xwe aşkere bike, agahî da ANF’ê û diyar kir û got ku li gundên li derdora navçeya Xîzana Bedlîsê, komên cerdevanan ên 10-12 kes li wesayîtan siwar dikin û dibin çeperên ku 100 km ji gundên wan durû e û nobetê bi wan didin girtin. Cerdevan ragihand ku armanca vê pêkanînê ew e ku PKK û gelê herêmê bînin dijberê hev.
‘LI GEL SALÊN 90’AN YEK E’
Cerdevan da zanîn ku di salên 90’an de li gelek gundan di xwestin bi mirinên di encama komplo û kemînan de gundî û PKK’ê bînin dijberê hev û got; "Li gorî qanûnên cerdevaniyê, cerdevanên gundan tenê li gundê xwe wezîfeyê dikin. Cerdevan dikarin di nava gundê xwe de çek hilbigirin û bi kar bînin, bi tu awayî naçin operasyonên li derveyê sînorên gundê xwe, lê li hemberî vê jî cerdevanan dibin herêmên ji gund dûr, di dibin herêmên bi rîsk, li deverên bi rîsk nobet wan didin girtin. Em di salên 90’an de li rastî gelek bûyerên wiha dihatin. Gava cerdevanên gundekî li cihek din ji aliyê hêzekê ve an jî di encama komployekê de dihat kuştin, dixwestin vê yekê bikin sedema doza xwîndariyê. Tiştên îro diqewimin û yên di salên 90’an de diqewimin mîna hev in.”
YEKÎNEYÊN TAYBET DI DEWRÊ DE NE
Hêjayê gotinê ye ku ji destpêka meha Tebaxê ve, li gundên girêdayî navenda Bedlîsê û li herêmên bejahiyên gundan yekîneyên taybet ketine dewrê. Di salên 90’an de li Bakûrê Kurdistanê ji ber ku artêşa Tirk piştgiriya gelê herêmê wenda kir, dest bi rêbazên şerê taybet kir û di vê çarçoveyê de tîmên taybet, artêşa taybet ava kir û di encama vê yekê de bi hezaran gund hatin valakirin û nêzî 17 hezar kes bûn kuştinên kiryar nediyar. Yekîneya taybet a bi navê “Panterler” di van demên dawiyê de li Bedlîsê dest bi xebatan kiriye.
‘HUKÛMETA AKP’Ê XELETIYEK DÎROKÎ DIKE’
Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû di 2’yê Îlonê de agahî da ANF’ê bal kişand ser van pêkhateyên yekîneyên taybet û diyar kir ku beriya niha jî ji navçe û gundên Beldîsê giliyên yekîneyên leşkerî yên nenasn ji wan re hatine.
Zenderlîoglû da zanîn ku ev gilî bi taybet ji gundên navenda Bedlîsê û derdora navçeya Xîzanê hatine û ragihand ku tê gotin ku navê vê yekîneyê “panter” e. Zenderlîoglû da zanîn ku li gorî agahiyên wan girtine, ev yekîneyên girêdayî Tevgera Taybet a Cendirmeyan li herêma Şêxcima operasyonan li dar dixin. Zenderlîoglû diyar kir ku AKP dixwaze konsepta şerê salên 90’an bîne roja me ya îro. Zenderlîoglû got; “AKP xeletiyên dîrokî dike.”
Zenderîloglû destnîşan kir ku ger AKP pirsgirêak Kurd a siyasî ye bi rêbazên aşitiyane çareser neke, dê weke hikûmetên DYP û ANAP’ê ji dîroka siyasetê derbikevin û got; “ Hovîtiya tîmên taybet û artêşa taybet hîna jî di bîra mirovan de ye, hukûmeta AKP’ê jî helwesteke wiha nîşan dide. Ji ber vê jî ev hukûmeta AKP’ê û serkêşê wê Serokwezîr Erdogan ên ku êşan bi gelê Kurd didin kişandin, dê biçin selikên gelaşê yên dîrokê.”
LI KURDISTANÊ YEKÎNEYÊN KONTRA
Nav û herêmên ku ev yekîneyên taybetên ên ku xebatên kontralyî li herêmê dimeşînin wiha ne: Semsûr Kılıçlar, Çewlik Pumalar, Bedlîs Panterler, Amed Roketler, Erzirom Çelikler, Dêrsîm Şahinler, Mûş Kılıçlar, Colemêrg Efeler û Fatihler, Şirnex Meleter, Hatay Arslanlar, Elezîz Akıncılar, Mêrdîn Yîgîtler, Tokat Akıncılar Wan Oguzlar”