Li Bedlîsê bi hezaran kes ji bo Newrozê kom bûn

Li Bedlîsê û navçeyan bi beşdariya hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.

Li Bedlîsê û navçeyan bi beşdariya hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.

Li Bedlîsê welatiyên ku serê sibehê li navenda bajar kom bûn herikîn Qada Sanayiyê. Di pîrozbahiyê de pankartên “Bê Serok jiyan nabe” “Agirê berxwedanê ya ku li Kobanê û Şengalê geş bû Rojhilita Navîn azad dike” “Bes peyam û axaftin em Rêber Apo dixwazin” li qadê hate vekirin. Jibilê hezaran welatiyan Parlamenterê HDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu, Hevşaredarên Bedlîs, Xîzan, Norşîn, Pîrxus, Tatîk û Motkiyê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gelek welatiyên ku li qadê hil nehatin pîrozbahî li girên derveyî qadê temaşekirin.

Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr gel silav kir û wiha axivî: “Bila Newroza Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava pîroz be. Silav ji berxwedana Seyîd Riza, Şêx Seîd, Mazlum, Hayrî û Kemalan.” Parlamenterê HDP’ê Humasettîn Zenderlîoglu jî bi kurdî, tirkî û dimilî gel silav kir û got ku divê hemû kes xwedî li berxwedana HDP’ê derkevin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û hunermend Hozan Koçer, Hozan Şerefxan derketin ser dikê û bi staran govend hate gerandin.