2 kes bi hinceta ku tevlî meşa biboneya salvegera komkujiya Roboskiyê ya li navçeya Bazîda Agiriyê bûne, bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kirine” hatin giritn.
Meşa biboneya salvegera komkujiya Roboskiyê ku di 28’ê Kanûna 2011’an 34 Kurdên sivîl ji aliyê balefirên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Agiriyê ve hatibû organîzekirin, Azad Akkuş (19) û kesekî din yê navê wî nehate zanîn bi hinceta ku tevlî meşê bûne hatibûn binçavkirin.
2 kesên ku li Midûriyeta Polîsan ya Bazîdê hatibûn berdan careke din di 31’ê Kanûna 2012’an de hatin binçavkirin. 2 kesên ku bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin, şandin girtîgehê û li girtîgehê hatin girtin. Her du kes şandin Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê.