Li Bazarcixê li dijî trena bar êrîşa bombeyî

Li Bazarcixê li dijî trena bar êrîşa bombeyî

Li navçeya Bazarcix ya Mereşê gêrîlayên HPG’ê li dijî trena bar dema derbaz dibû êrîşek bombeyî pêkanîn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, trena bar ya ji Narliyê tevger kir li Tûnela Bazarcixê rastî êrîşa bombeyî hat. Di encama êrîşê de zirarek mezin ya aborî rû da û rêya trenê hate girtin.

Piştî bûyerê polîs û leşkerên veguhestin herêmê, diyarkirin ku bombeya duwemîn jî heye. Li gorî agahiyên Waliyê Mereşê dayîn, bombe beriya bi teqe hatiye îmha kirin.