Li Başûrê Kurdistanê trafîka dîplomasiyê zêde dibe!

Li Başûrê Kurdistanê trafîka dîplomasiyê zêde dibe!

Di demekî ku li ser rewşa tenduristiya Serokkomarê Iraqê û Serkreterê Giştî yê YNK'ê Celal Telebanî daxuyaniyên li dijî hev tên dayin, xanima wî Hêro Îbrahim Ehmed ji Almanya vegeriya Başûrê Kurdistanê. Hiro Ehmed, ji bilî rêvebirên YNK'ê bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî re jî hate cem hev.

Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malikî di roja 18'ê Kanûna 2012'an li bîroyaTelebanî civiyan. Di wê şevê de tenduristiya Telebanî têk çû û wî rakirin nexweşxaneyê. Telebanî ji 20'ê Kanûna 2012'an ve li paytextê Almanyayê Berlînê, li nexweşxaneya navdar Charité tê dermankirin.

Ji vê rojê ve li ser tenduristiya Telebanî daxûyaniyên li dijî hev tên belavkirin. Doh rojnameya Le Fîgaro ya Fransî îddia kiribû ku mirina klînîk a Mam Celal pêk hatiye. Lê belê offisa Serokkomariya Iraqê têkildarî vê yekê îro daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Telebanî qonaxa tirsnak derbaz kiriye û tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe."

HÊRO EHMED: WÊ DEMEKÎ DÎ DI BIN KONTROLÊ DE BE

Di heman demê de xanima Mam Celal Hêro Îbrahim Ehmed ku ji roja pêşî ve li Berlînê bû doh vegeriya Başûrê Kurdistanê. Hêro Ehmed, cigirê sekreterê giştî yê YNK Kosret Resûl û cigirê duyemîn Berhem Salih jî di nav de bi endamên politburoya YNK'ê re hate cem hev. Li gorî malpera fermî ya YNKê PUKmedia'yê Hêro Ehmed di hevdîtinan de van agahiyan daye: "Rewşa Mam Celal ber bi başbûnê ve diçe, lê belê divê demekî dî jî di bin kontrolê de be."

Herwiha Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî jî ji bo serdana Hêro Ehmed doh çû Sileymaniyê. Barzaniyê ku li ser rewşa Mam Celal ji Hêro Ehmed agahî wergirt, bi Kosret Resul re jî hevdîtinekî pêk anî. Di van hevdîtinan de tê gotin ku mijara hevkariya stratejîk a her du partiyan hatiye rojêve.

Li gorî qanûna bingehîn a Iraqê eger serokkomar 30 rojan ne li ser text be, parlamento neçar e ku serokkomarekî nû hilbêjerê. Le belê heftêya borî endamê Kurd ê parlamenta Iraqê û heval xebat ê Mam Celal ê li Bexdayê Mahmûd Osman ji ANF'ê re ragihandibû ku îhtimala tiştekî wisa hê zû ye.

TELEBANÎ ÇAWA NEXWEŞ KET?

Di roja 18'ê Kanûna 2012'an de Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malikî, têkeldarî alozên navberê Malikî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. Tenê Telebanî û Malikî li bîroya Telebanî li Bexdayê hatin cem hev. Civîn ji demjimêr 18:30'ê êvarî heya demjimêr 21:00'ê şevê dom kir. Piştre Telebanî di demjimêrên 22:00'ê şevê de bi rayedarên Herêmê (ku navê wan nehatiye aşkerakirin) re axivî.

Di demjimêr 23:00'ê şevê de tenduristiya Telebanî têk çû û di demjimêr 03:00'ê şevê Telebanî rakirine nexweşxaneyê (Medînet Tûb) ya Bexdayê. Piştî 3 rojan Telebanî rakirin nexweşxaneyek Almanyayê û li wê derê tê dermankirin. Ji roja Telebanî nexweş ketî heya niha nûçeyên cûda di derbarê xirabûna tenduristiya Telebanî û carna nûçeyê mirina wî jî tên belavkirin.

MAM CELAL

Celal Talebanî, ku di nava Kurdan de weke “Mam Celal” tê nasîn, 6’ê nîsana 2005 bû yekem Serokomarê Iraqê yê Kurd. Piştî hilweşîna rejîma Seddan Huseyin, sala 2003 Konseya Neteweyî ya Demkî hate avakirin. Talebanî jî vê konseyê 22’yê nîsana 2006 bo cara duwemîn bû Serokkomarê Iraqê.

Talebanî di van salên dawiyê de ji ber nexweşiyan gelek caran rakirine nexweşxaneyê. Tebaxa 2008 li DYA’yê emeliyatek serkeftî ya dil pêk anî, pştî salekê li Urdinê hate dermankirin. Talebanî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li DYA û gelek welatên Ewropayê hate dermankirin.