Li Başûrrojavayê Kurdistanê beriya PKK’ê buhrana nasnameyê

Gurgum, Semsûr, Dîlok, Meletî. Li vê herêma ku di dîrokê de wek Başûrrojavayê Kurdistanê tê zanîn, di roja îro de ev bajar cih digirin. Her yek di dîroka Kurdistanê de xwedî wateyeke girîng in.

Gurgum, Semsûr, Dîlok, Meletî. Li vê herêma ku di dîrokê de wek Başûrrojavayê Kurdistanê tê zanîn, di roja îro de ev bajar cih digirin. Her yek di dîroka Kurdistanê de xwedî wateyeke girîng in. Ev navendên ku bi tena serê xwe giraniya wan heye, bi taybet ji ber polîtîka û qirkirinên ku di dema komarê hatine jiyîn de buhrana nasnameyê dijîn. Jibîrkirina navên wan ên rast û heta qet nebikaranîna wan, vê hovîtiyê vedibêje. Her kes dizane ku Diyarbakir Amed, Tuncelî Dêrsim, Şirnex Botan, Hakkarî Colemêrg e û dewletê jî ji xwe ev qebûl kir. Lê weke ku navê van bajaran ên orjînal ên Tirkî ne hewayek tê afirandin, civakê bê hiş dihêlin.

ENGÎZEK: JI BO KOMARÊ HERÊMÊN BI XETER

Endamê Komîteya Wêjeyê ya KCK’ê Cafer Engîzek têkildarî mijarê de wiha got: “Aliyê rojava yê Firatê Başurêrojavayê Kurdistanê ye.  Dewlet vê herêmê ji Kurdistanê nahesibîne. Ev dever hem di dîrokê de û hem jî di dema komarê de wek xetere hatine dîtin. Derketina PKK’ê tinebûna, belkî îro li van herêman behsa Kurdbûn û Elewîtiyê nehatiba kirin. Bêguman ev hişyarbûn bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hat.

SÎNORÊ KURDISTAN-TIRKIYEYÊ

Herêma ku xeta sînor a navbera Kurdistan û Anatolyayê ava dike û di vî alî de taybetiyên kozmopolîtîk digire nav xwe, bi avabûna komara ku xwe dispêra Tirk-Sunnî (Hanefî) re, rastî polîtîkayên zext û zorê hatin. Rastî qirkirin û asîmîlasyonê hatin. Ev jî têr nekir bi sazbûna demografîk a van deveran lîstin. Li van bajarên mijara gotinê ne kesên ku xwe wek Kurd an jî Elewî didan nasîn ketin rewşa kêmarbûnê.

Ji ber vê yekê yek ji herêmên ku herî zêde di bin pêkanînên yekparêz ên Komara Tirk hatin, Başurêrojavayê Kurdistanê bû. Li van bajaran behsa Kurdan nedihat kirin.”

LI DIJ ÎNKARÊ JIBÎRKIRIN

Bêguman avabûna Komara Tirkiyeyê di heman demê de tê wateya înkara nasnameyan. Dîroka komara ku li ser reda nasnameya Kurd, çep û Îslamî  hatiye avakirin, ji ber vê sedemê pêvajoyek gelek bi êş da jiyîn. Siyaseta komkujiya ku di salên damezrandina komarê de ket jiyanê,  bihêle Kurd rabin ser piyan, lêgerîna  xwe ya entegrekirina pergalê xurt kirin. Civaka Kurd li dijî dewletê qels û bê çare hiştin û li ser navê ku ji zilma dewletê xwe biparêzin ketin lêgerîna rêyên ku bi dewletê re li hev bikin. Ev psîkolojî herî zêde jî li Başurêrojavayê Kurdistanê hat jiyîn. Ji ber vê yekê welatiyên vê derê ji Kurdbûnê dûr ketin, red kirin û heta nasnameya xwe ji bîr kirin. Di vê rewşê de, bandora komkujiyên Koçgirî û Dêrsimê mezin bûn.

DILPET: POLÎTÎKAYA ÇEWISANDIN Û BIYANÎKIRINÊ

Endamê Komîteya Çandê ya KCK’ê Delîl Dilpêt jî ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk piştî  avabûna komarê şûnde polîtîkaya reda civakî meşand. Bi taybet piştî Destûra Bingehîn a 1924’an ket fermiyetê şûnde, ev polîtîka li her derê Tirkiyeyê hat meşandin. Li Başûrêrojavayê Kurdistanê zêde hat bikaranîn. Mînak ji Balkanan kes anîn û li deverên cuda bi armanca asîmîlasyonê bicih kirin. Li aliyê din qedexeya çand û zimanê Kurdî li civakê ferz kirin. Herî zêde li van deran pêk anîn. Ev bajarên li sînorê Tirkiye û Kurdistanê bûn, rastî van polîtîkayan hatin. Ev polîtîkaya bêbandor hiştinê bûn. Tevî vê cih bi cih eşîrtî jî hat bikaranîn. Ji ber vê di salên 80’î de li Başurrojavayê Kurdistanê li ser navê Kurdbûnê ti tişt nemabû. 

Welatiyên herêmê ji Kurdbûnê reviyan û di aliyê psîkolojîk de xwe li Elewitiyê danîn. Ji hawira ku dewletê ya siyaseta navendî- dij Îslamî fêde girtin û bêhna xwe girtin. Lê ev ne nirxên cewherî yên Elewiyan bûn.  Ev bibû Elewîtiya Dewletê. Em dizanin ku Elewîtî di tevahiya dîrokê de li dij dewletê bû. 

Dilpêt nakokiya ku derketiye holê wiha vegot: “Hewl tê dayîn ku li ser vê nakokiyê civakê li der dirikan bigirin.  Yanî dijberbûna li hember hev, nakokikiya Kurd-Tirk û Elewî-Sunî hat bikaranîn. Ev nakokiyên mezhebî her tim di rojevê de hatin girtin.”

DEMA KOMARÊ Û SIYASETA CHP’Ê

Komara Tirk a bi dirûşma ‘Em di xeta laîkbûnê de ne, em li dij paiverûyan e’ derketiye, bêguman piştgiriya mezin ji Elewiyan girtiye. Ji ber vê jî welatiyên herêmê rola mezin lîstine. Hem tiştên di dema Osmaniyan de hatine jiyîn, hem komkujiyên di dema Yavuz Selîm de hatine jiyîn û yên di dema komarê de hatine jiyîn civaka Elewî nêzî dewletê kirine. Lê dewlet dîsa jî dest ji polîtîkayên xwe bernedaye. Dewleta ku di dîtbarî de alîgirên Elewiyan bû, di rastiyê de Elewîtî qebûl nekiriye û di her derfetê de hewl daye ku biqedîne.

Pergala ku li aliyekî Elewîtî red kiriye, li aliyê din jî ji Elewiyan re gotine ‘şerîat tê, oldar tên serî, ger wisa be wê Elewiyekî nehêlin’ û piştgiriya Elewiyan ya ji bo Dewlet û Elewiyan pêk anîne.”

POLÎTÎKAYA XAPANDINÊ

Şiroveya Engîzek wiha ye: “Nakokiya Sunnî-Elewî heye.  Elewî wisa di bin komkujiyan re hatine derbaskkirin ku, kesên ew qetil kirine, weke ku wan diparêzin dibînin. CHP polîtîkayek xapînok dimeşîne. Dibêjin Îsmet Înonu Elewiyê ji Meletiyê ye. Ev propaganda di nava Elewiyan de belav kirine. Di roja îro jî ev polîtîka ji ser Kiliçdaroglu tê meşandin.”

POLÎTÎKA NEGUHERÎN

Dilpêk wiha dibêje: “Ti cudahiya polîkayên berê ji ya niha tine. Jixwe komarê xwe ji ser Osmanî heyî dike. Dibe ku xîlafet û sultanî rabûbe, lê di dema komarê de polîtîka neguherîne. Damezrînerên TC di polîtîkayên xwe de guherîn çênekirine. Mînaka vê ya herî şênber Komkujiya Dêrsimê ye.”

Di hilbijartinên  1946, 1950 û 1954’an de Elewiyan bi rêjeya denga mezin li dijî CHP’ê piştgirî dane DP’ê. Vê biqasî dijberbûna pergala  nîşan daye, nerazîbûna li dijî polîtîkayên CHP’ê jî nîşan dide. Di nêzî salên 1960’î  Elewiyan piştgirî daye CHP’ê. Bi taybet jî gelê herêmê piştgirî dayê.  Lê hemû komkujî di dema CHP’ê de hatine kirin.

...