Li Bakûrê Kurdistanê hêrsali dijî Komkujiya Parîsê

Li Bakûrê Kurdistanê hêrsali dijî Komkujiya Parîsê

Qetilkirina damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê paytexta Fransayê li Stenbol, Kocaelî, Mêrsîn Cizîr, Dêrsîm, Amed, Wêranşar, Hezex, Serê Kaniyê, Sîlopî, Dêrîk, Nisêbîn, Sêrt, Şirnex, Xerpêt, Êlih, Çewlîk, Semsur, Edene, Mêrsîn, Qoser, Şemrex, Wan, Ebex, Colemêrg, Gever, Qers, Mûş, Gimgim, Agirî û Erdîşê ji aliyê de hezaran kesan ve hate şermezarkirin. Bi deh hezaran kesan komkujî şermezar kir û xwestin demildest kiryar bên dîtin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qetilirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate şermezarkirin. Welatiyên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê hatin cem hev pankrata "Şehîdbûna we soza me ya serkeftinê û sonda me ya tolhildanê ye" vekirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn, daxuyanî xwende û anî ziman ku ew komkujiyê bi nefret şermezar dikin û teqez ew dest ji têkoşîna xwe bernadin. Daxuyanî bi slogana "Şehîd namirin"

DÊRSIM

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsîmê jî bi heman armancê meş li dar xist. Meşa li Kolana Hunerê dest pê kir gelek kes tevlîbûn. Di meşê de pankrata "Em komploya hêzên navneteweyî şermezar dikin" a ku wêneyên 3 jinên kurd li ser vekirin û bi sloganan heta Qada Seyîd Riza meşiyan. Li vir Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs daxuyanî xwend.

AMED

Li Amedê tevkarên DOKH'ê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navên hevkarên DOKH'ê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî xwend û komkujî bi tund şermezar kir. Koordînatora Mala Jinê ya Kardelen Mukaddest Alataş jî têkildarî çalakiyên li dar bixin agahî dan û diyar kir ku sibê saet di 12.00'an dê ji ber avahiya BDP'ê ya Rezan hate ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê meşekê li dar bixin, yekşemiyê ji Çarriya Rezan hate Parqa Koşuyolê meşekê li dar bixin û duşemiyê jî saet di 13.00'an de li ber ACZ Plazayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û ji Balyozxaneya Fransayê re faksan bikêşin.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê piştî nimêja înê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên 3 jinên kurd hatin hilgirtin. Endama Meclîsa HDP'ê Emîne Çetîner daxuyanî xwende û diyar kir ku di pêvajoyekî wisa de komkujî pêk hat gelek bi guman e.

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û pankrata "Em suîkast li Parîsê şermezar dikin" hate vekirin. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e", "Jin jiyan azadî" û "Tolhildan" hatin qêriyan. Piştî meşê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Demîr daxuyanî xwende û diyar kir ku hesab 3 siyasetmedarên kurd ên jin dê teqez bê pirsîn.

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de dowîzn "Sakîne, Fîdan û Leyla rûmeta me ye", "Bila qatîl bên dîtin û hesab bê pirsîn" û "Têkoşîna we têkoşîna me ye" hatin hilgirtin. Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Serêkaniyê Emîne Arslan, daxuyanî xwend û diyar kir ku komkujî ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hate destpêkirin sabote bikin pêk hat.

SÎLOPÎ

Li navçeya Sîlopi ya Şirnexê jî bi heman armancê li ber avahiya partiyê bi tevlîbûn sedan kesan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sîlopiyê Mutalîp Sakman daxuyanî xwend û diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê kurd dê her tim berdewam bike.

DÊRÎK

Rêxistina BDP'ê ya Dêrîkê jî bi heman armancê meş li dar xist. Meşa li ber avahiya BDP'ê dest pê kir li Qada Cumhuriyetê berdewam kir. Di meşê de sloganên "Qadil dê hesabê bidin gel", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinên kurd" û "Bijî serok Apo" hatin qêriyan. Koordînatora Navenda Jinê ya Peljînê ya Şaredariya Dêrîkê Gulseren Yuzal daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo azadiyê amadene ku hemû bedelan bidin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên siyasetmedarên kurd ên jin hatin hilgirtin. Di meşê de têkildarî mijdarê de pankrat hate vekirin û slogan hatin qêriyan. Endama Meclîsa BDP'ê Rahşan Engîn, daxuyanî xwend.

SÊRT

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî li ber avahiya partiyê bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê BDP'ê yê Sêrtê Nusret Ozer, daxuyanî xwend û diyar kir ku ew dê têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê bêtir bilind bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê sibê saet di 11.00'an de ji Balyozxaneya Fransayê re faksan bişînin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê daxuyanî hate dayîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya navendî Uzeyîr Kilinç, daxuyanî xwende û komkujî şermezar kir. Daxuyanî bi slogana "Şehîd namirin" bi dawîbû.

XERPÊT

Rêxistina BDP'ê ya Xerpêtê jî bi heman armancê li Garaja Hozatê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Xerpêtê Cemîle Polat, daxuyanî xwend û diyar kir ku suîkasta li hemberî siyasetmedarên kurd ên jin li hemberî têkoşîna azadiya kurd pêk hat. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Tevkarên DOKH'ê li Êlihê bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniyê li ber avahiya BDP'ê ya Êlihê pêk hat. Di daxuyaniyê de wêneyên siyasetmedarên kurd hatin hilgirtin û pankrata "Em komkujiya li hemberî siyasetmedarên kurd ên jin şermezar dikin" vekirin. Berdevka Bajar a HDK'ê ya Êlihê Leyla Orak, daxuyanî xwend û diyar kir ku ew komkujiya li hemberî siyasetmedarên kurd ên jin bi tund şermezar dikin.

Odeya Tabîban a Êlihê (BTO) jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

ÇEWLÎK

Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Çewlîkê Halîs Yurtsever daxuyanî xwend û bertek nîşanî daxuyaniyên Huseyîn Çelîk û Serokê Meclîsê Çîçek da.

SEMSUR

Rêxistina BDP'ê ya Semsurê jî bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Semsurê Mehmet Varol, daxuyanî xwend û diyar kir ku ew dê sibê bi heman armancê meşekê li dar bixin û xwest ku hemû kes tevlî meşê bibin.

EDENE

Li Edeneyê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşê de gelek pankart û dowîz hatin vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye" û "Rêheval Sakîne nemir e" hatin qêriyan. Piştî meşê li Parqa Înonu daxuyanî hate dayîn.

KOCAELÎ

Rêxistina BDP'ê ya Kocaeliyê bi armanca qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar şermezar bikin li Parka Mafên Mirovan a Îzmîtê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên HDK'ê û BDSP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Komê di çalakiyê de bê navber sloganên, "Şehîd namirin", "Qatilên jinan dê hesab bidnin" û "Ji înadê re aştî ji înadê re azadî" qêriyan. Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Gozen jî anî ziman ku ew li hemberî vê êrîşa faşîst û tarî teslîm nabin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

STENBOL

Endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Mirovên Oldar ên Stenbolê (DÎAYDER) li avahiya komeleyê civîyan û bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kirin. Endamê DÎAYDER'ê Riza Ogur, jî anî ziman ku ew dê li dijî van êrişa têkoşîna aştiyê bilind bikin.

MÊRSÎN

Endamên Rêxistina BDP'ê ya Tarsûsê bi heman armancê li ber Postexaneya Tarsusê hatin cem hev û daxuyanî dan. Di daxuyainyê de rêveberên ÎHD û EMEP'ê jî di navde komek girseyî daxuyanî dan. Komê li ser potê reş 3 qurnefil danî ser û kuştina 3 siyasetmedarê kurd ên jin şermezar kirin. Komê heta qada Yarenlîk a Qulea saetê bi sloganên "Ey şehid xwîna te li erdê namîne", "Şehid namirin" û "Fransa dê hesap bidne" berz kir. Komê pişt re 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêdînê jî bi giresyî dawuyanî hate dayîn Girseya li qada Azadiyê kom bû, heta Mala Şeyhdavut Yalçinkaya keş pêk anî. Komê qetilkirina 3 jinên kurd şermezar kir û pankarta "Sakîne, Fidan, Leyla nemir in" û "Dewletaqatil dê hesap bide" vekir. Di meşê de nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn.

ŞEMREX

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî li ber avahiya BDP'ê bi girseyi daxuyanî hate dayîn û qetilkirina jinên kurd hate şermezarkirin.

WAN

Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Wanê bi heman armancê li kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP'ê, rêvberên ÎHD, EMEP, VAKASUM, TUYAD-DER, GOÇ-DER, saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn. Girsê li vir bê navber sloganên "Şehit namirin" berz kir û komkujî şermezar kir. Piştre ji bo bûyer bê ronîkirn ji Sefareta Firansayê re faks hate şandin. Li navçeya Ebexa Wanê jî Rêxistina BDP'ê bi heman armancê daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Rêxistina BDP'ê ya Erdîşê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniye.

COLEMÊRG

Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Colemêrgê û endamên DOKH jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar hat şermezarkirin.

QERS

Rêxistdina BDP'ê ya Qersê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê qetilkirina 3 jinên kurd şermezar kir.

MÛŞ

Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo qetilkirina 3 jinên kurd şermezar bike li ber avahiya şaredariya Mûşê daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn.

AGIRÎ

Endam û rêveberên Nûnertiya TUHAYD-DER'ê ya Bazîdê û rêveberên BDP'a Bazîdê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Bazîdê daxuyanî dan çapemeniyê û komkujî şermezar kirin.

AMED

Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê. Meclîdê di daxuyaniyê de diyar kir ku 10 roj berê li Licê 10 endamên PKK'ê û niha jî 3 siyasetmedarê jin bi hovane hatin qetilkirin.

Meclîsê anî ziman ku ev êriş li dijî hewldana Rêberê Gelê Kurd Ocalan û têkoşîna azadiya jinê ye.

MÊRSÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê jî li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Akdenizê bi girseyî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Bi sedan welatiyên ku li ber BDP'ê kom bûn xwestin ku qetil bên dîtin û darizandin. Komê pankarta "Em komkujişê şermezar dikin û hesapê wê bipirsin" vekir û sloganên “Ey şehit, xwîna te li erdê namine" û "Şehit namirin" qêriyan. Li vir jî daxuyanî ji ailyê Rêvebera BDP'ê ya Mêrsînê Taybet Adiyaman ve hate xwendin.