Ji bo merasima 3 jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin ku îro li Amedê pêk tê li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê tu kes neçû ser kar û kesî dikan venekirin. Bi hezaran kes ji bo tevlî merasimê bibin ji bajar û navçeyên derdorê diherikin Amedê. Li bajar û navçeyên herêmê ji bo merasima 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Amedê bi tevlîbûna 100 hezaran kesan pêk tê, kes neçû ser kar û dikanên xwe veneirin. Esnafên ku dikanên xwe venekirin ji bajar û navçeyên derdorê ber bi Amedê ve diherikin.
ÊLIH
Li Êlihê ji bo merasîma cenazeyên ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera Parîsê ya KNK Fîdan Dogan (Rojbîn) û aktîvîsta tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Amedê pêk tê li seranserê navenda Êlihê derabe ne hatin vekirinê û esnaf neçûn ser karê xwe. Esnafan bi girtina derabeyan qetliyamê şermezar kirin û ji bo merasîmê hesteyariya xwe dan nîşandan. Di serî de li kolana Gulîstan û Amedê, li navenda sûkê û li kûçeya hûnerê ku cihên diyarin bi tevahî derabe girtîne. Li taxên wek Yavuz Selîm, Baglar û hemû taxên tenişta navenda Êlihê jî esnafan derebeyên xwe venekirine. Tê xuyakirin ku li kolan û kuçêyên Êlihê bê dengî serdest e.
ŞIRNEX
Li navçeyên Sîlopî, Cizîr û Hezexê jî bi heman armancê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li navçeyên Sîlopî Cizîr û Hezexê ji bilî firin û dermanfiroşan kes neçû ser kar û girse ber bi Amedê ve birê ketin. Li navçeyan bêdengî serdest e.
AMED
Li navçeyên Erxenî, Hênê û Farqînê jî bi heman armancê welatî û esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. li van 3 navçeyan jî ji bilî firin û dermanfiroşan dikan nehatin vekirin. Bi hezaran kes ji navçeyên Amedê di pêşengiya rêxistinên BDP'ê de ber bi Amedê ve ketin rê. Girseyên ku li ber avahiyên BDP'ê yên navçeyên Amedê kom bûn bi karwanan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
MÊRDÎN
Li navçeyen Dêrik, Qoser, Nisêbîn Şemrexê jî bi heman armancê welatî derneketin derve û neçûn ser kar. Li navçeyên Mêrdînê ji bilî firin û dermanfiroşan kes neçû ser kar û li ber avahiyên BDP'ê kom bûn û bi karwanên mezin ber bi Amedê ve bi rê ketin. Li navçeyên Mêrdînê xwendekar neçûn dibistanê û jiyan rawestiya. Gelek welatî jî bi maşîneyen xwe yên taybet ketin rêya Amedê.
COLEMÊRG
Li navenda Colemêrgê, navçeyên Gever û Şemzînanê jî bi heman armancê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li vir jî xwendekar neçûn dibistanê û jiyan rawestiya. Polîsan li gelek kolan û taxan tedbîrêm mezin girtin.
MÛŞ
Li navçeyên Kop û Melezgîrtê yên Mûşê jî heman dîmen serdest in. Li Kop û Melezgîrtê jî welatî û esnaf neçûn ser kar û li navçeyan bêdengî serdest e. Ajokaran jî maşînê xwe nexibitandin.
AGIRÎ
Li navçeya Bazîd û Giyadînê jî heman dîmen heye. Li vir jî welati neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.
ÎDIR
Li Îdirê jî ji bo şermezarkirina qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar welatî neçûn ser kar Bi taybeti li qaden pazarê yên Bazîd, Basin, Rus û Yedî Kasımê û gelek kolanên din welatî neçûn ser kar.