Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên 'Pêncşema Reş'

Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên 'Pêncşema Reş'

Li Mêrdîn, Amed, Êlih, Riha û Wanê çalakiyên "Pencşema Reş" hatin lidarxistin û di çalakiyan de balkişandin ser zext û zordariyên zêde dibin.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê çalakiya hefteyî ya ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd û şaredar serbest bên berdan a bi navê "Pencşema Reş" li ber avahiya şaredariyê hate lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday, alîkarên Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan, Şemsettîn Sulhan û Leyla Salman, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkarên şaredariyê, MEYA-DER, MADAY-DER û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Genel-Îş'ê yê Qoserê Şakîr Şahîn diyar kir ku, divê hikûmeta AKP'ê demildest dest ji pêkanîn darbeya 12'ê Îlon berde.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

DÊRÎK

Li navçeya Dêrîkê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Vîna me rûmeta me ye rûmeta me hinceta jiyana me ye" û wêneyên Şaredar Çaglar Demîrel vekirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Şehhdavut Baydu bi kurdî daxuyanî xwend û wiha got: "Gelê Kurd tu caran li hemberî zilmê serî netewand."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

PEYAS

Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakiya hefteya 135'emîn hate lidarxistin. Li gel xebatên şaredariyê nûnerên gelek saziyan tevlî çalakiyê bûn. Serokê Yekîtiya Qulîbên Mezopotamyayê Huseyîn Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku, ew ji bo şermezarkirina girtina siyasetmedarên Kurd li virin û wiha got: "Em helwesta hevalên xwe yên girtî ya li girtîgeh û dadgehan piştgiriyê dikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Li Êlihê ji bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Alîkarê Şaredarê Êlihê Ahmet Bulent Tekîk daxuyanî xwend û darbeya 12'yê Îlonê bi bîrxist û wiha got: "Duh 12'yê Îlonê bû. Ji ber ku çalakiya me rastî vê rojê hate mirov dikare gelek tiştan bêje. Bem 32 sal berê jî ji ber van zext û zordariyan nerehet bûn îro jî em nerehet in."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştin pêk hat.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Endamên Meclîsa Şaredariyê û rêveberên BDP'ê tevlî çalakiyê bûn. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Yakup Ataş, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Dayîkên Aştiyê, KESK û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Koma li ber Garaja Şaredariya Wanê hatin cem hev heta ber şaredariyê meşiyan. Di meşê de sloganên "Destên dirêjî şaredar dibin bişkên" û "Roj dê bê AKP dê hesabê bide gel" hatin berzkirin. Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê yê Wanê Nîzamettîn Baglan daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi rêbezên dijdemokratîk civak û welat ber bi kaosekê ve dibe û wiha got: "Kesên di civakê de daxwaza demokrasî û azadiyê dikin bi çapemeniya alîgir weke 'teror' tên teşhîrkirin û rastî zextan tên. "

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

QELQELÎ

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Qelqeliyê M. Salîh Gazîogullari, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.