Li Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê ji bo azadiya Ocalan geş dibe

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Di pîrozbahiyên ku daxwaza azadiya Ocalan hat kirin de, PKK û YPG/YPJ hat silavkirin.

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Di pîrozbahiyên ku daxwaza azadiya Ocalan hat kirin de, PKK û YPG/YPJ hat silavkirin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî serê sibê bi ruhê serhildana 1992'an ber bi qadê ve herikîn. Welatiyên Cizîrê bi kincên gelerî tevlî Newrozê bûn. Serê sibê hemû esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin û tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên navçeyê hemû kolanan dagirtin û ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Bi hezaran kesan qada Çarkendal bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dagirtin. Bi deh hezaran welatiyên qad bi kincên gelerî dagirtin govend girtin. Li qadê alên PKK, KCK, YPG û YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Dîsa li qadê pankartên "Newroz pîroz be" û "Em meşvanên azadîyê slav dikin" hatin daliqandin. Li heraliyê qadê wêneyên şehîdên Kurdistanê û alên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê hatin vekirin.

Qada Newrozê bi alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemîlandin. Bernameyê bi sruda "Ey Reqîp" û rêzgirtinê dest pê kir. Pîrozbahî bi axaftina berdewam dike.

QILEBAN

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di çarçevoya pîrozhabiyan de li qada Newrozê serê sibê de hezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelerî dest bi pîrozbahiyê kirin. Li Qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser “Edî bes e ji Rêber Apo re azadî” nivîsî hat daliqandin. Li qadê pankartên “Çareserî: Azadiya Kurdistan û Rêber Apo ye” û “Serokê azad, Kurdistana azad”, alên PKK û KCK hat daliqandin û diruşmayên “Bijî Serok Apo” û “Ji Serok Apo re azadî” hatin berzkirin. Gelê Qilebanê bi kincên xwe yên gelerî kirin deryaya rengan.

STEWR

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê welatî di saetên serê sibehê de ber bi qada Newrozê ve herikin. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên gelerî li bendên kontrolê re çûn qada Newrozê. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê, pankartên bi kurdî û tirkî "Êdî bes: Ji Ocalan re azadî" hatin daliqandin. Li qada bi rengên kes, sor û zer hat xemilandin de welatiyan alên PKK, KCK û YPG'ê hildan. Piştî sirûda netewî hat lêdan welatiyê govend geradin rawestan û ji bo kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.

ÇINAR

Li navçeya Çinara Amedê jî sedan welatî di saetên serê sibehê de li ber avahiya Şaredariya Çinarê hatin cem û heya avahiya DBP'ê meşiyan. Welatiyan bi boneya şermezarkirina "Paketa Ewlehiya Hundir" bi cil û bergên kurdî tevlî meşê bûn. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê hatin daliqandin. Girseyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin.

FARQÎN

Li navçeya Farqîna Amedê ji sedan welatî bi boneya pîrozbahiya Newrozê li qada Azîzoglu ya taxa Mescît hatin cem hev. Tevî ku polîsan destûr neda ku welatî pankartan di Qonaga Azîzoglu ve bidaliqîne jî derdorê alanê hat girtin. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û DBP'ê hatin daliqandin. Welatî li 3 nuqteyên bendên kontrolê de ketin nava qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî qada Newrozê xemiland û bênavber li ber strana govend gerandin.

DÊRIK

Li navçeya Dêrîka Mêrdînê bi tevlî bûna 10 hezaran bi coşek bêhemap dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û KJA hatin daliqandin. Dîsa welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn qad xemiland. Piştî rêzgirtinê pîrozbahî axaftina dest pê kir.

HÎLVAN

Li navçeya Hîlvanê ya Rihayê bi hezaran kes bi kincetên gelerî li Qada Azadiyê ya navçeyê hatin cem hev û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Girseyê pankartên "Êdî bes e ji Rêber Apo re Azadî" vekirin û wêneyên pêşengên PKK'ê û şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li qadê hatin daliqandin. Herikîna ber bi qadê ve berdewam dike û gel bi coşa Newrozê govendê digire.

WÊRANŞAR 

Li navçeya Wêranşarê jî bi hezaran kes serê sibê ber bi Qada Newrozê ve herikîn. Polîsan li çar aliyên qadê barîkat danîn û hemû welatiyên ketin qadê kontrol kirin. Li qadê pankart, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK,YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Herîkîna girseyê ber bi qadê ve didome.

BÊRECÛK 

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî pîrozbahiyên Newrozê li qada gogê dest pê kir. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Kader Ortakaya, Arîn Mîrkan û şervana MLKP'ê ya Elman Îvana Hoffmann hatin daliqandin. Ligel rêveberên saziyan û bi hezaran kes qad dagirtin. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" bilind bin.

XELFETÎ

Dîsa yek ji cihên ku agirê Newrozê lê geş bû cihê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatiye dinê navçeya Xelfetiya Rihayê bû. Bi hezaran kes di saetên serê sibehê de li qada Newrozê hatin cem hev. Li qada Newrozê pankartên "Em Rêber Apo dixwazin" û "Agirê li Şengal û Kobanê geş dibe, wê tevahî Rojhilata Navîn azad bike" hatin daliqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Yasemîn Yildiz, hevserokên DBP, HDP'ê û hezaran kes tevlî şahiya Newrozê bûn.

KOLIK

Li navçeya Kolik a Semsûr jî sedan welatî bi rengên xwe yên kes, sor û zer daketin qada Newrozê. Welatî bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nuqteyên bendên polîsan re derbazbûn. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin daliqandin. Heya niha bi sedan welatiyên li qada Newrozê hatin cem hev dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kir.