HPG: Li Asosê SÎHA hate xistin

Hêzên gerîla li Asosê SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ayîdê dewleta Tirk xiste xwarê.

ANKA HATE XISTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got: “6’ê Hezîranê di saet 23.00’an de SÎHA ya bi ANKA ya ayîdê dewleta Tirk li asîmanên Asosê difiriya. Hêzên me yên gerîla derbe li balafira bê mirov û bi çek da û xiste xwarê.

Hate tespîtkirin ku SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ji aliyê hêzên me ve hatî xistin, ketiye nêzî bajarê Dukan a rojavayê Asosê.”