Li Artûklû 4 kes hatin binçavkirin
Li Artûklû 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Artûklû 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Taxa Yalim a navçeya Artûklû ya Mêrdînê duh bi şev di saetên dereng de Abdullah Uslanmaz, Vedat Balli, Mahmut Akpinar û Bunyamîn Çalgan dema diçûn malên xwe ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Her çar kes ku birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê danê sibehê jî girtin ser malên wan.
Bavê Bunyamîn Çalgan, Abdulkadir Çalgan, got ku dema girtin ser mala wan pê hesiyane ku kurê wan hatiye binçavkirin û got: "Me nizanîbû kurê me hatiye binçavkirin jî. Duh bi şev nehatin. Me pir meraq kir. Me ji hevalên wî jî pirs kir lê kesî nizanîbû. Saet nêzî pêncê sibê girtin ser mala me.”
Uslanmaz ê ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê nehat zanîn bê çima hatiye bnçavkirin, hat hînbûn ku Uslanmaz, Balli, Akpinar û Çalgan hê jî li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.